Hêzên Întizamî yên dewlata Îranê rêgirî li temirandina agirê daristanê Merîwanê kirin

15:57 - 27 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê rêgirî li endamên encumena Sewiz ya çiya kirin ku dixwastin agirê daristan û zozanên Merîwanê bi temirînin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja çarşemiyê berwar 26’ê Hezîran, hêzên Întizamî yên pasgeha “Pîran”li nêzîk gundê “Serdoş”ya bajarê Merîwanê rêgirî li endamên encumena Sewiz ya Çiya girtin ku dixwastin agirê daristanên gundê “Serdoş” bi temirînin.

Yek ji endamên encumena Sewiz ya Çiya jibilî piştrast kirina vê nûçeyê bi ajansa kurdpa ragehand, M’mûrên pasgeha Pîran gotine ku bi xwe dê agir kontrol bikin û ew yek li demekê deye ku hêzên dewletê çi karek nekirin û agir heta derengî şevê berdewam bû.

Endamên encumena Sewiz ya Çiya 14 kes bûn ku ji aliyê hêzên dewleta Îranê rêgirî ji wan hate kirin.

Endamên Encumena Sewiz ya Çiya şeva bihûrî agirê daristanên gundên “Terxanawa”û “Dere Tifê”konrol kirin.

Ji aliyek din û li gor amara encumena “Çiyayê Kesik”li destpêka îsal heya niha 26 haletên agir berdanê li Merîwan û Sewlava hatine tomar kirin.