Hêzên Întizamî teqe li du hemwelatiyên Kurd û Efxanî kirin

14:34 - 19 Adar 2017
Ajansa Kurdpa: Li gor raporên belavbûyî, di 17’ê Adara 2017’an de li ser sînor nêzî gundê “Gelalî” ya ser bi bajarê Makûyê teqe li hemwelatiyê Kurd kirin.

Di encama teqekirina hêzên Întizamî de ev hemwelatiyê kurd bi navê “Qadir Asam” ku xelkê gundê Gelalî ye û herwiha hemwelatiyekî Efxanî jî bi giranî birîndar dibin.

Li gor çavkaniyên belavbûyî, hêzên Întizamî piştî ku ev hemwelatiyene birîndar bûne her li vê cihê li hevayê sar de hêlane, lê piştre xelkê wî gundî ev her du hemwelatiyên birîndar bona dermankirinê rakirine nexweşxaneya bajarê Makûyê.

Hêjayê bahsê ye ku xelkê navçeyên sînorî bona dabînkirina bijîva jiyana xwe neçar dimînin li ser sînoran mijûlî kar bibin, û her roj bi mirinê re rûbirû bibin.

Hikûmeta Îslamiya Îranê bi berdewamî li ser sînorên Rojhilatê Kurdsitanê teqe li hemwelatiyên kurd dike, û tu yasa û dezgeheke hikûmetî jî xwe li ber birîndarbûn an jî kuştina xelkê bêguneh berpirs nabîne.