Hêzên întizamî li sînorê bajarê Pîranşarê digel yektir rastî şer hatin

20:32 - 25 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên întizamî li ser sînorê bajarê Pîranşarê digel yektir rastî şer hatin.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihanyia “Kurdpa”yê, şeva Înê sê Cozerdana 1398`an, hêzên sînorî yên henga sînorî, li bajarê Pîranşarê li cihê bi navê Şînk rastî boseya yektir hatin û şer derket.

Çavkaniyeke agehdar li nexweşxaneya bajarê Pîranşarê tevî erêkirina vê nûçeyê ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihaniye ku, di vê şer û pevçûnê de, 4 endamên hêza henga sînorî hatine kuştin û termê van jî bo nexweşxaneya bajarê Pîranaşarê hatine veguhastin.

Herwisa vê çavkaniyê zîde jî kiriye ku: Hêzên henga sînorî di tariya şevê de ji tirsa hêzên partiyên Kurd yên opozisyon yên hikûmeta Îranê digel yektir rastî şer û pevçûnê hatine.

Heya niha henga sînorî ya bajarê Pîranaşarê, derheq rûdana vê bûyerê de, bêdengî bûye.