Hêzên intizamî li Serdeştê keçik bi derba gulle birîndar kirin

16:23 - 11 Tebax 2014
Ajansa Kurdpa: li sedem şêlikiya hêzên intizamî bi maşîna welatiyik sivîl, zarokik li naw maşînê de birînar ket.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; şeva Yekşem, 19ê Gelawêj, 10 August 2014 de, kesik bi navê Ezîz Ismaîlî, ji xelkê gundê Dole Germa dewera Serdeşt, ku tev keça xwe ya zarok, bi maşîna xwe ya kesîn, ber bi gundê xwe diço, ji aliyê hêzên intizamî de dane ber gulleyan û li sedem de, keça vî bi dujwarî hate birîndar kirin.

Navê wê keçê, Mujde Ismaîliye ku li nêzî gundê Dermanavêû li demik de ku tev babê xwe li Serdeştê ber bi mala xwe wedigeriya, kete ber şêlikiya hêzên intizamîû li sedem de, sermilê vê bi dujwarî birîndar bûû bo çareseriya birînê, raguhastiyê nexweşxanê kirin.

Bi dû vê qewimiyê, welatiyên li gundê Dole Germ, bi nîşandeka protesto kirina vêşêlikiyêû birîndar kirina vê welatiya sivîl, ber derê fermandariya şarê Serdeşt, kombûna protesto kirinê anîn pê.

Pêştir, Mohemmed Salih Nikbext, advokat-parêzerê Kurd li dadgehan de, bi ajansa Kurdpa ragihandibû; hêzên intizamî, ser şêlikî kirin bi welatiyan û kêm anîn li dadgehan de, dibêjin: pêştir me me nişandek şanî daye û paştir bi deng me ew agadar kiriye ku, xwe bide destê me û paşî me şelikiya bi hewa kiriye, li incam de ku nerawestaye, me şêlikî lêliriye, ber hindê heya niha, çi ji wan bikujan nahine girtin û siza nedane wan.