Hêzên intizamî li dewera Îlam li dema sibêzûde mahware kom kirin

20:17 - 12 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: hêzên intizamiya hukûmeta islamiya Îran, li dema sibêzû de li çend gundên dewera Hilîlana Îlam de, dezga û dîşên mahwarên welatiyan kom kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; sibêzûya îro, Çarşem, hêzên intizamî, pitir ji 100 dezga û dîşên satelaytên gundên “ Mahîzana serî û xwarê, Jêr Xakî û Tazava”a bexşa Hilîlanê zewt kirin.

Yekik ji welatiyên vê dewerê bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand; hêzên intizamî, li demik ku hêj welatî ji xevê şar nebibûn ku çone nawa van gundan û dest bi kom kirina satelaytan kirin.

Ew serekaniya nûçê ku nexwest navê wî eşkere be ew jî got: hatina wan hêzan li dema ji xevêde ya dewera Hilîlana Îlamê tirs û xof xiste naw welatiyan bi taybet bo zarokan.

Pêştir jî pasgaha Hesen Avaya şarê Sinê li dema sibêzûde û li dema ku welatî ji xevê debûn, çobûne naw taxa Sipûr Avaya vî şarî û dest bi kom kirina satelaytên welatiyan kiribûn.