Hêzên Întizamî ên Îranê bê muhleta yasayî diçin nav malên xelkê

15:29 - 28 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî ên hikûmeta Îslamî ya Îranê di bajarê Pawe a Rojhelatê Kurdistanê de, dest bi komkirina sêl (mahware) ên hemwelatiyên gundê Neysane kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, sibêdeya roja Çarşemî, hêzên Întizamî ên bajarê Newsûdê, bi bê îzna xwediyê malê sêl û setelayîtên hemwelatiyên Kurd dest bi ser de girtin.

Tê gotin bi fermana “Serwan Qadirî” xelkê gundê Necar a ser bi Pawe, kiryarên han tên encam dan. Gorî raportên gihîştî ajnsa Kurdpa, navbirî di azardan û eziyeta xelkê deverê de roleke berçav dilîze.

Sedemên komkirina sêl (dîşên mahwareyan) li Îranê, agahdar bûna xelkê li ser zanyariyan û her wisa bilav bûna rastyên wê hikûmetê ne ku ji riya kenalên esmanî ên Kurdî û mediyayên cîhanî ve tên eşkere kirin.

Gorî zanyariyan, hikûmeta Îranê ji riya şandina pêlên parazîtan, astengiya hember weşan û bilav bûna kenalên esmanî de çêdikin.

Di heyamên çend salên borî de hikûmeta Îslamiya Îranê ji aliyê navendên Navneteweyî ve, bi binpêkirina mafên hemwelatiyan û sansor kirina azadî û medyayan hatiye naskirin.