Hêzên hikûmetî kolberekî Kurd birîndar kirin

14:49 - 22 Kanûna pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Li encama teqeya hêzên leşkerî ên hikûmetî li bajarê Bane, kolberekî Kurd bi giranî birîndar bû.

Li gora nûçeya ku gihîştiye “Ajansa Kurdpa”yê, piştînîvroya roja Pêncşemiyê 30`ê Sermawezê kolberekî Kurd xelkê gundê “Birwêşkanê” ya ser bi bajarê Bane, bi navê Mêhdî Ehmedpûr bi teqeya hêzên leşkerî ên Îranê hate hingavtin, û ji bo nexweşxaneya wî bajarî hate şandin.

Hevdem digel vî kolberê Kurd, kolberekî din jî bi navê Karsaz Ezîzî temen 30 salî kurê Mehmûd xelkê gundê “Kêlê” li Bane, bi teqeya hêzêzn leşkerî ên hikûmetî li sînorê “Nenor” bi giranî hate birîndarkirin.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê li bajarê Bane di raporekê de ragehad, rewşa tendurustiya van herdu kolberên Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî ên hikûmetî nebaş e.

Çavkaniyeke agehdar ji vê bûyerê, bi “Ajansa Kurdpa”yê ragehand: Îtila`at nahêle kes serdana van du kolberan bike, heya ku neştergerî bo wan tê kirin.