Hêzên hikûmetî kolberek din jî birîndar kir

15:29 - 3 Kanûna Paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd bû armanca gulleyên hêzên sînorî yên Hikûmeta Îranê.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Duşemî 11`ê Befranbara 1396`an, kolberê Kurd yê temen 19 salî bi navê “Ramîn Êsmet”, bi teqeya rasterast a hêzên sînorî yên Hikûmeta Îranê bi dijwarî birîndar bû.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê, di bajarê Urmiyê de nasnameya wî ciwanê Kurd xelkê gundê “Nazlû” (Nazî) a ser bi bajarê Urmiyê daye zanîn.

Herwiha vê çavkaniyê ev yeka jî daye zanîn ku, “Ramîn” ji bo çareseriya pizîşkî ji bo nexweşxaneyê hatiye şandine.

Hêjayî basê ye ku, di roja Yekşemî 10`ê Befranbarê de, sê kolberên din yên Kurd, xelkên devera “Soma û Biradost” a girêdayî bajarê Urmiyê, di sînorên navbera welatê Tirkiyê û Îranê de, ketine ber teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê, û di encamê de jî du kes ji wan kolberan jiyana xwe ji dest dan.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê, di devera “Soma û Biradost”ê de, nasnameya wan du kolberên Kurd yên ku hatine kuştin “M. Q” temen 21 salî û “A. Q” temen 20 salî daye zanîn.

Ev bûyerane di demekê de diqewmin, ku Wezîrê Karûbarê Navxweyî yê Îranê, di hefteya derbazbûyî de ragehandibû ku, pîşeya kolberî namîne, û ji bo wan gundên ku heta 50 Kîlomêtran jî ji sînor dûr in, karta taybet ya anîn û birina yasayî ya kelûpelan wê bê çêkirin.