Hêzên hikûmeta Îranê 2 kes li Pîranşarê binçav kirin

21:29 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Herî kêm 2 kes li rûniştevanên gundekî ser bi bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzeke taybet a Îranê ve hatin binçav kirin û bo ciheye ne diyar hatin birin.

Li gor agahiyên Ajansa Nûçegihanî ya Kurdpa, sibêdeya roja çarşem, 23ê Pûşpera 1395 (13.07.2016)an, hêzên leşkerî yên Îranê hêriş kirin ser gundê Şînavê û herî kêm 2 hevwelatiyên kurd binçav kirin.

Nasnameya wan du kesan hat eşkerekirin û bi vî awayî ne : 1- resûl Cola 37 salî û 2- Selah Suxenwer 25 salî.

Herwiha wê hêza taybet lêgerîn ji malên wan du kesên binçavkirî kirine û piştî binçavkirina wan bo ciheke ne diyar hatine veguhastin.

Heta niha sedemên binçavkirina wan du hevwelatiyên kurd ji aliyê hêzên Hikûmeta ïslamî ya Îranê ve nehatiye zanîn û herwiha çi agahiyek derbarê sedem û tometa girtina wan du kesan nehatiye zanîn û piştrastkirin. Lê derbarê hejmara girtiyên gundê Şînavê, malpera « çalakvanên mafê mirov û demokrasiyê di Îranê de » ji hevoka « herî kêm 2 kes » mifah hatiye wergirtin û hevdem jî ragehandiye ku awayê lêgerîn û liv û tevgera çekdarên hikûmeta Îranê ligel nigeranî û nerazîbûna xelkê gundê rûbirû bûye.

Roja borî jî Ajansa Kurdpa nasnameya 4 girtiyên bajarên Kurdistanê belav kir ku kêmtir ji mehekê berî niha hatine binçavkirin.

Çavkaniyên herêmê ragehandin, hêrişkirina wê hêza taybet b oser gund k user bi bajarê Pîranvarê ye, çend demjimêran dom kiriye.
Bi vî awayî, rêjeya wan hevwelatiyên ku di heyamê çend heftiyên din de li bajarên Kurdistanê hatine binçavkirin û bo ciheke ne diyar hatine veguhastin, gihîştiye 20 kesan.

Derbarê vexwendin û girtina hevwelatiyên kurd, Nûçegihanê Kurdpa ragehand : « Hêzên ‘Îtilaat’ ewlekariyê bê belgeya qanûnî û di pirraniya rewşan de liv û tevgerên tund û tûj bona binçavkirina girtiyan bikar aniye û ji dayîna her core agahiyekê li ser sedema girtin û cihê mayîn wan kesan bi malbatên wan xwe parastiye.