Hêzên ewlekariyê li bajarê Tehranê wilatiyek Kurd destbiser kirin

12:43 - 25 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: wilatiyek Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslami a Îranê li bajarê Tehranê di mala xwede hat girtin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê, Berwar 30ê Sermawez, wilatiyeki Kurd ê binavê “Mistefa Hamidî” xelkê bajarê Saîn Qela ku li bajarê Tehranê akincîye,ji aliyê hêzên ewlekarî ên rejîma Îranê bi sûçê alikarî tevî partiyekî Kurdistanî hat girtin.

Çavkanîyek hayda ji bûyerê bi Ajansa Kurdpa,ê’ ragehan: hêzên Îttlat a Îranê bi egera hebûna mahwarê di mala vî de, mala wî gerîyane.
Mistefa Hamidî piştî destbiser kirinê jibo girtigeha Qizil Hisar a bajarê “Kerec”ê hatiye şandin.

Li gor amara Navenda Amara Kurdpayê, di heyamê 1meha bihûrî de haya niha 24 wilatiyên Kurd li herêma Kurdistana Îranê bi tawanên cûrbicûr hatine girtin