Hêzên ewlehiyê welatiyik Kurd ji xelkê şarê Pîranşar girtin

20:26 - 10 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: welatiyik Kurd ji xelkê dewera Pîranşar, ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta Îranê de hate girtin û raguhastiyê senterên asayişa şarê Ormiyê kirine.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Ebdullah Xizrî, kurê Hesen, midê 11 roje, bi tometa endametî li yekik ji partên Kurdistanî yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îranê hatiye girtin û heya niha jî sernivîsa vî nerone.

\"18298.jpg\"
Ebdullah Xizrî،ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta Îranê de hate girtin û raguhastiyê senterên asayişa şarê Ormiyê kirine
Ebdullah Xizrî, ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê de hate girtin û raguhastiyê senterên asayişa şarê Ormiyê kirin.

Ebdullah Xizrî, 25 salî, xwedî jine û ji xelkê gundê “ Tirkeş”a dewera Mengurana Pîranşar, roja 10ê Rêbendan li Pîranşar hate girtin.

Tê gotin, Ebdulla Xizrî, xebatkarê siyasiyê Kurd, pêşde, endamê yekik ji partên Kurdistanî yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îranê bûye.

Heya dema weşîna vê nûçê, serwey bi dû çona malbat û kesên Ebdullah Xizrî, sernivîsa vî her nerone û li senterên asayişên hukûmeta islamiya Îranê de li bin jêpirsînan deye.

Ev xebatkarê siyasî, li sala 1387ê de jî ji aliyê hêzên ewlehiyê de, bi tometa endametî li yekik ji partên Kurdistanî, hatibû girtin û nêzî midê 3 heyvan li bin îşkence û jêpirsînan de bû.