Hêzên ewlehiyê pirsgirêkan bona malbatên xwediyên pez û ajalan, di Dizeya Mirgewerê de çêdike

21:07 - 15 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Hêzên ewlehiya hikûmeta Îslamiya Îran di Dizeya Mirgewerê malbatên xwediyê ajalan destbiser dike.

Li gor nûçeya gihîştiye Ajansa Kurdpayê,di dema çend rojên derbazbûyî de,hêzên ewlehiya hikûmeta Îranê di Dizeya Mirgewerê a ser bi bajarê Urmiyê, dest bi komkirina ajalên balhgir ên hemwelatiyên Kurd kirine, û herwiha xwediyên ajalan jî destebiser kirine.

Çavkaniyek haydar di vê derbarê bi Ajansa Kurdpayê re radigîne ku: “Hêzên ewlehiyê, ne tenê dest ji koştina kolberan û ajalên barhilgir hilnagire, belku di gundan de jî pirsgirêk bona hemwelatiyan çêdike”.

Ew çavkaniye behsa vê yekê jî dike ku,hêzên ewlehiyên ajalên hinek ji hemwelatiyan zewt kiriye, û ku ev kesaene kolber nînin.

Nasnameya yek ji wan hemwelatiyên ku hem hatiye desteserkirin, û hem jî dest bi ser ajalên wî de jî hatiye girtin, Ebdulwehab Pûrelî hatiye ragihandin.