Hêzên ewlehiyê li şarê Şino welatiyik Kurd girtin

18:32 - 5 Adar 2014
Ajansa Kurdpa: Welatiyik ji xelkê şarê Şino, ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê de hate girtin û hews kirin.

Gorekî raporta ajansa nûşe gihaniya Kurdpa; Resûl Mohemmed Nijad, 38 salî, ji xelkê şarê Şino, roja Yekşem, 11ê Reşemê (2 March 2014), ji aliyê hêzên ewlehiyê de hate girtin û raguhastiyê girtîgehê kirin.

Yekik ji kesên nêzî malbata Mohemmed Nijad bi nûşe gihaniya Kurdpa ragihand; hêzên ewlehiya hukûmete islamiya Îran, hegera girtina Resûl Mohemmed Nijad, alikarî tev yekik ji partên Kurdî yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îranê ragihandiye.

Bi gotina vê serekaniya nûçê, dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îran, hember berdana vî welatiyê Kurd, daiwa 100,000,000 tûmen barmite kiriye.

Serekaniya nûçê ew ji got: ev welatiyê Kurd, pêşde jî ji aliyê hêzên ewlehiyê de hatibû girtin û paşî çend rojan ragirtin li girtîgehên ewlehiyê de, bi danîna barmitê hatibû berdan.

Her wisa li sibêzûya roja Duşem, 12ê Reşemê(3 March 2014), kesik bi navê Kewe Emînî, ji xelkê şarê Mihabad, ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îrane de hate girtin û bi ciyik nekivş hate raguhastin.