Hêzên ewlehiyê lawik 22 salî ji xelkê Seqizê girtin

12:10 - 4 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: li doma girtina welatiyên Kurd ji aliyê hêzên asayişê, lawik Seqizî ji ji aliyê hêzên asayişa hukûmeta islamiya Îranê hate girtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, sibêzûya roja Yekşem, 10ê Sermawez, Kurûş Emîrî , 22 salî ji xelkê şarê Seqiz, ji aliyê hêzên asayişa vî şarî hate girtin û bi ciyik nekivş raguhastin.

Kesik ji wir, bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand: hêzên asayişê li dema girtina Kurûş Emîrî de, navbirî dane ber lêdan ku dev û difna vî tijî xwîn bibûn.

Heya weşana vê nûçê, hegera girtina Kurûş Emîrî, kurê Hesen ji xelkê taxa Sîloya şarê Seqiz, nehatiye zanîn.

Li rojên borî de jî, 3 welatiyên Seqizî bi navên “ Kamil Şerîf Zadê, Xerîb Şerîf zadê û Irfan Mecîdî “ bi gelemper 9 salan hewsa teizîrî hatibûn mehkûm kirinê.