Hêzên ewlehiyê 60,000,000 tûmen ji malbata xebatkarik çandî sitandin
20:42 - 10 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: ji malbata xebatkarik siyasiyê Kurd ji xelkê Mihabad, ji aliyê hukûmeta islamiya Îranê de 60,000,000 tûmen jê hat sitandin.
Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, ji aliyê dadgeha inqilaba şarê Mihabad, bi biryara hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê, 60,000,000 tûmen bo pêdana (Sened)barmitê ku bo berdana Menûçêhr Pûrdil danîbûn, ji malbata navbirî sitandine.
Malbata Pûrdil ber hindê ku seneda wan dest nedanin ser(zewt nekin), ev diraf xistine hisaba rêxirava “ Emwal ê Temlîkî”a şarê Mihabadê.
Menûçêhr Pûrdil, kurê Mehmûd, xebatkarê çandî û endamê nivîskarên zarokan li Îranê, li 16ê Reşema sala 1391 de ji aliyê hêzên ewlehiyê hate girtin û paşî bi danîna barmita 60,000,000 tûmenî hate berdan.
Ev xebatkarê çandî, bi dû hindê ku isal bi neçarî welat bi cî hişt, ji aliyê dadgeha şarê Mihabadê bi hukmê 3 sal û 6 heyv hewsa teizîrî hatibû mehkûm kirinê.