Hêzên ewlehiyê 6 welatiyên Kurd li Rewanser girtin

12:36 - 24 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: 6 welatiyên kurd ji xelkê şarê Rewanser, ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya îranê de hatin girtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; hêzên ewlehiyê li şarê Rewanser de jimarik ji welatiyên Kurd, bi tometa endametî li partên Kurdan yên opozîsiyona hukûmeta islamiya îranê girtin û raguhastiyê ciyik nekivş kirin.

Raportêrê Kurdpa li şarê Rewanser, navê 4 kes ji wan kesên girtî bi Aram Solymanî, 24 salî, kurê Selîm, Mehdî Weysî, 30 salî, kurê Heyder û Şahrux û Şahpûr(2 birayê hev), kurê Seîd ragihandiye.

Raportêrê Kurdpa ew jî xiste rû ku, Şahrux û Şahpûr, roja Pêncşemî û Aram û Mehdî li roja Înî li heftiya borî de, ji aliyê hêzên ewlehiyê de hatine girin.

Gorekî wan agadariyên ku bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa gihîştine, hêzên ewlehiyê 2 kesên din jî bi navên Ebdull Kerîn Ehmed Nijad û Hidayet, li roja Pêncşema 1ê Reşemê, girtine.

Her wisa tê gotin, hejmara kesên hatî girtin ji van 6 kesan jî zêdetire, lê li sedem rewşabilind bûna asta êminîtir kirina dewerên Kurdistanî, nasnama wan kesan bo ajansa Kurdpa nehatiye ron kirin.