Hêzên ewlehiyê 2 lawên din jî li Mihabadê de girtin

21:45 - 5 Hezîran 2014
Ajansa Kurdpa: Li doma prosa girtina welatiyan li şarê Mihabad de, 2 welatiyên din ji aliyê hêzên ewlehiyê de hatin girtin.

Gorekî raporata ajnasa nûçe gihaniya Kurdpa; çend roj pêş niha de, Sefîn Hacî Remezanî, 23 salî, kurê Mihemed û Ehmed Xalindî, 26 salî, kurê Ehmed, girtibûn û bi ciyik nekivş raguhastibûn.

Ev 2 welatiyê Kurd, ji xelkê gundê Qere Qişlaxa ser bi nawenda şarê Mihabadin û hegera girtina van jî nekivşe.

Li roja Înî, 9ê Cozerdan de jî, 2 lawên 24 û 25 salî bi navên Aram Mihemedxan û Seyîd Elî Pûr Mistefa Eqdem, li nawa bazara Tanakoraya şarê Mihabadê de ji aliyê hêzên êminiyan de hatibûn girtin.

Li çend rojên borî de û paşî hindê ku wizareta ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê li ragihandinik de bas ji nasîn û girtina heimarik welatiyan ku bi gotina wan bi xwe, dest li teqîna sala 1389a Mihabadê de hebûne, mencik berpana girtin li vê dwerê de despê kiriye.

Ew ragihandina wizareta ewlehiyê, ji aliyê hejmarik zor ji xebatkarên siyasîû partiyên Kurdan yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îranê, ret kirine û bi tiştik bi serde sepandî, bi amanca girtin û hews kirina lawên Kurd tinên hisêb.