Hêzên ewlehiya Îran li Belûçistan, 2 kesên nawsal kuştin

20:16 - 22 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: ajanên wezareta ewlehiyê bi şêlikiya rasterast bi welatiyan Belûç, 2 kes ji wan kuştin.

Gorekî raporta gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja 24ê heyva Mehr û dema kuta bûna nêvêja eyda Fitr, 4 welatiyên Belûç ji aliyê ajanên asayişa şarê Mîr Cawê li parêzgeha Sîstan û Belûçistan, ketne ber gulleyan.

Li vê qewimiyê de 2 kes ji welatiyê Belûç hatin kuştinê û 2ê din ji bi dujwarî birîndar bûn.

Xebatkarên mafê mirov û demokrasî li Îran, ev ragihand: Kerîm Rîgî, 44 salî û Xulam Riza Rîgî, 40 salî li nawbenda gundên “ Ladîr” ji dewera Mîrcawê û “ Dîrop” ketin ber hêrişa çekdariya ajanên wezareta ewlehiyê û kerîm Rîgî û Xulam Riza Rigî cîde hatin kuştin.

Her wisa goregî raporta serekaniya navbirî, 2 kes ji zarokên Kerîm Rîgî bi navên “ Yasir 21 salî û Moseddiq 9 salî” bi ber derbketina pê û nawtengê ber gulleyan birîndar bûn û niha li nexweşxanê de mane.

Despêka heyva Şehrîvera îsal jî 3 welatiyên din yên Belûç ji aliyê hêzên ewlehiyê hatine kuştin.

Binkên parêzerê mafê mirov ji zêde bûna rewşa “ têrorhayê kûr” li parêzgeha Sîstan û Belûçistan, nigeraniya xwe şanî da û ev ji prosa “ çê kirina rewşa sam û tirs dij bi welatiyên Belûç” binav kir.