Hêzên Dewletê di yek ji gundên ser bi bajarokê Newsûd kelûpelên Kasibkaran zewt kirin

22:45 - 31 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî yên Dewleta Îranê yên ser bi Qereqola Newsûdê dest bi ser hejimarek ji kelûpelên kasibkarên Kurd re girtin.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya kurdpa, hêzên Întizamî yên dewleta Îranê êrişî ser gundê “Teşar”kirine û hejimarek berçav ji kelûpelên welatiyek Kurd ê binavê “Mihemed Tahir Teşarî” kurê Hacî zewt kirine.

Şahidekê bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand: Hêzên Dewletê deriyê enbara mala Mihemed Tahir şikestandine û ew kelûpelên ku girtî pitirî 150 milyon timen dibe.

Hêzên Întizamî yên Qereqola Newsûdê hamû ew kelûpel tevî xwe birine.