Hêzên Çekdar yên dewleta Îranê 80 ser hesipên welatiyan li Urmiyê kuştin

21:46 - 19 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Pitir ji 80 ser ji hespên barhilgir yên kasibkarên herêma Urmiyê li sînorê Îran û Turkiyê de bi destê hêzên Sipaha Pasdarên Îranê hatin kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja Sêşem berwar 18’ê Hezîrana 2013’an pitir ji 80’ê ser ji hespên barhilgir yên kasibkarênherêma Urmiyê li sînorê Îran û Turkiyê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ahtin kuştin.

Çavkaniyek haydar li herêmê bi ajansa kurdpa ragehand,hêzên dewleta Îranê jibilî kuştina hespan, dest bi ser kelupelên welatiyan de girtine.

Her wiha heyamek beriya niha li encama topbarana herêmên sînorî yên Urmiyê, 12 hespên welatiyan hatin kuştin û hêzên dewleta Îranê dest bi ser 200 ser ji hespên welatiyên deverê de girtin.