Hêza Pêşmergeye teqe li firokeyeke artêşa Iraqê kir

15:51 - 19 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Şêwirmendê Wezareta Pêşmergeya Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman ragihand ku duhî hêzên Pêşmerge li nêzîkê bajara Kerkûkê teqe li firokeyeke sîxurî ya artêşa Iraqê kirine.

Agahiyên ku ji malpera Dengê Azad hatiye wergirtin, Enwer Hacî Osman di vê mîjarê de got; “Duhî firokeyeke biçûk a bê pîlot bi amanca pişkinîn û çavdêrîkirina Pêşmergeyan çûye sînorê çiyayê Domelan ê nêzîkê Kerkûkê ku niha hêzên Pêşmergeyê li wir hatine bicîhkirin.’’

Osman da zanîn ku firoke bi awayeke nizim firiyaye, xwestiye zanyariyan derbarê hêzên Pêşmerge de kom bike û ew navçe kontrol kiriye û got: “Hêzên Pêşmerge bi doçkeyê teqe li wê firokeyê kirine û neçar bûye navçeyê bicîh bihêle.’’