Hêza Întizamî li ser sînorê Urmiyê kolberek birîndar kir
21:29 - 27 Tebax 2017
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd xelkê şaristana Selmasê piştî teqekirina rasterast a hêza Întizamî a hikûmeta Îranê birîndar bû.
Li ser bingeha rapora ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, roja Înê sê Xermananê, piştî gulleberdana rasterast a Hêza Întizamî li dijî girûpeke kolberên kurd li ser sînorê Urmiyê û Tirkiyê kolberekî Kurd birîndar bû.
Nûçegihanê Kurdpa di Urmiyê de nasnameya vî kolberê Kurd Ezîz Emînpûr 20 salî xelkê şaristana Selmasê ragehand.
Ew kolberê Kurd ji bona dermankirina bo navenda dermanî a Urmiyê hatiye veguhastin, û niha di bin çavdêriya pizişkî de ye. Roja Pêncşemiyê 2`ê Xermananê jî, girûpeke kolberên Kurd di herêma sînorî ya Şilêr di navbera gundên Barîkedere û Hencîran ketin boseya hêza leşkerî ya hikûmeta Îranê de.
Di encam de, kolberekî Kurd bi navê Emîr xelkê bajarê Seqizê bi giranî birîndar bû.