Hêza Întizamî du jin xistin bin trombêlê de

21:36 - 27 Hezîran 2016
Ajansa Kurdpa: Piştî vê ku hêza Întizamî bi trombêlekê kete pey kasibkaran, du jin xistin bin trombêlê de.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Ajansa Kurdpa, êvariya roja Yekşemiyê, 26’ê Hezîranê, li ser sêriya Boyen a bajarê Banê, trombêleke hêza Întizamî dikeve pey trombêleke kasibkaran, bona vê ku dest bi ser trombêla wan de bigre.

Lê xelkê vê herêmê bi hawara kesê kasibkar de diçin, û rejîm neçar dibe ku hêzeke zaf bo girtina barê kesê kasibkar bibe vê herêmê. Di encama li pey ketina trombêla hêza Întizamî, fermandê hêza Întizamî du jinan dixe bin tirombêla xwe de, û her du jin jî, jiyana xwe ji dest didin.

Nasnameya yek ji wan jinan, ku ji bi Ajansa Kurdpa re eşkere bûye, “Fatime” ye, ku ser bi tayifeya “Heme Helo” ye.

Piştî vê bûyerê, şer û pevçûn di navbera xelkê û hêzên hikûmetê de rû dide, û trombêleke hêzên hikûmeta Îranê, ji aliyê xelkê ve, tê şewitandin, û kesek ji hêzên rejîmê jî tê birîndarkirin.