Heyeta BDPê ya ku bi Ebdullah Ocelan re hevdîtinê pêkbîne, çubûn Girava Îmraliyê,vegeriyan û daxuyanî dan

13:31 - 24 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Piştî ku şandeya BDP`ê serdana Îmraliyê kirin, vegeriyan û kongireyeke rojnamevanî lidarxistin.

Cîgira Serokê Koma BDPê Pervin Buldan, Parlementerê Îstanbulê Sirri Sureyya Onder û Parlamenterê Amedê Altan Tan, vegeriyan.

di wê kongireyê de, Parlementera jin a BDP`yî Perwîn Buldan ragihand ku ev hevdîtina gelek girîng û bê wêne ye.

Perwîn Buldan got: Ocalan daxwaz kiriye ku ew dîlên li cem PKK û dewleta Turk serbest bih;n berdan.

Her weha da xuyakirin ku ev pêvajo wê gelek girîng be ji bo çaresekirina pirsa Kurdî. Buldan aşkire jî kir ku daxuyaniya here berfereh wê ji aliyê hevserokên BDP`ê ve bê dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku şandeya BDP\'ê ya ji parlementerên BDP\'ê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Altan Tan pêk tê bi serokê PKK`ê Ebdula Ocelan re hevdîtin pêk anîn û piştre jî, vegeriyan Stenbolê û kongireyekî rojnamevaniyê li darxist û tê de çend peyvên girîng yê Ocelan pêşkêş kir.