Heyamê heftiyekê ye ku qedera “Hidayet Ebdullahpûr” nerone

19:24 - 17 Gulan 2020

Roja Şemî, 16`ê Gulanê, heftiyek ji neroniya qedera hepsiyê siyasiyê Kurd, “Hidayet Ebdullapûr” derbas dibe ku di girtîgeha bajarê Urmiyê de, hikmê sêdarê li ser de hatiye sepandinê.

Heya niha li peyketina malbata wî hepsiyê siyasiyê Kurd, bo agehdarbûn ji qeder û cihê ragirtina wî, bê encam maye.

Roja Sêşemî, 12`ê Gulanê, Rêkxistina Lêbihorîna Navnetewî, di daxuyaniyekê de, daxwaz ji berpirsên hikûmeta Îranê kiribû ku, bi lezgînî, qeder û cihê ragirtina 3 hepsiyên Ereb yên Ehwazî, “Hisên Seylawî, Elî Xesrecî û nasir Xefaciyan(Xefacî)” ku hikmê îdamê li ser wan de hatiye sepandinê û herwisa hepsiyê siyasiyê Kurd, “Hidayet Ebdullapûr”, ron bikin.

Roja Şemî, 9`ê Gulanê, “Hidayet Ebdullahpûr” bi hêceta karta telefonê, bo derveyî benda wî weguhastibûn û ji hegera weguhastina wî bo derveyî bendê, ti zaniyariyek berdest tinîne.

“Hidayet Ebdullapûr”,  xelkê bajarê Şino yê di 13`ê Gelawêj a sala 1395`an de, hatibû binçavkirin û bo heyamê 74 rojan, di girtîgeha îdarya Îtila`at a Spaha Pasdaran a bajarê Urmiyê de, bo îtirafa bi zorê, di bin îşkenceyan de bû.

“Hidayet Ebdullahpûr”, piştî bi dawîhatin a lêpirsînan, di rêkevta 25`ê Rezber a sala 1395`an de, bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû weguhastin.

Di meha Reşeme ya sala 1395`an de, li taya 1 a dadgeha binav şoriş a bajarê Urmiyê, bi tometa “çekhilgirtin dijî rejîmê û endambûn li yek ji partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îran”ê, hikmê îdamê li ser “Hidayet Ebdullahpûr” de, sepandibûn.

Dosya “Hidayet Ebdullahpûr” piştî birîna hikmê wî di taya 2 a dadgeha îngilaba bajarê Urmiyê de, bo taya 47 a Dadgeha Bilind a Welat, hatibû şandin ku, di roja Duşemî, 16`ê Rezber a sala 1397`an de hatibû erê kirin û hikmê îdamkîrina wî hepsiyê siyasiyê Kurd, bi parêzerê wî hatibû ragihandin.

Dosya wî hepsiyê Kurd, niha di Komîsiyoma Lêbihorîn û Lêxweşbûna bajarê Urmiyê deye.