Heyama hepsa welatiyekî Kurd hate zêdekirin

17:57 - 1 Tebax 2020

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, biryara hepsa welatiyekî Kurd yê bi navê “Riza Remezanî” kurê “Îsfendiyar”, xelkê bajarê Kirmaşanê, bo heyama du mehên din hate zêdekirin û piştre bo girtîgeha Dîzilava a bajarê Kirmaşanê hate veguhastin.

Roja Çarşemî 11`ê Pûşperê, hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi tohmeta vê ku di nav torên civakî de “bêrêzî bi pîroziyan” (Muqedesat)an kiribû hatibû binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd bo lêpêçînê bo girtîgeha îtilaata Spaha Pasdaran di bajarê Kirmaşanê de hetibû veguhastin.

Di dema binçavkirina wî welatyiyê Kurd de, dozgerê giştî û înqilabî yê bajarê Şabadê, bas ji binçavkirina welatiyekî Kurd kir ku pêka gotina wî, navbirî “berpirsê tora serekî ya meşa dijî dînê Îslam û koma dijî dîn” bûye.