Heyama hepsa welatiyekî Kurd bi 2 mehên din hate zêdekirin

11:24 - 3 Adar 2020

Biryara ragirtina welatiyekî Kurd ê bi navê “Şehram Kazimiyan”, kurê Faris û yê temen 42 salî bo 2 mehên din hate domkirin.

Ew welatiyê Kurd, rêketa 28`ê Rêbendanê, li taya lêpirsînê a dadgeha Urmiyê de lêkolîn digel hate kirin û roja Duşemî, 12`ê Reşemê, yekemîn car bi serokatiya dadwer “Şêxlû” li taya du a dedgeha îngilab a bajarê Urmiyê de hate dadgehîkirin.

 “Şehram Kazimiyan” bi tohmeta “alîkarîkirin bo yek ji Partiyên Kurd ên dijberê Hikûmeta Îranê û piropagende li dijî nizamê” hatibû cezadan.

Roja Şemî 12`ê Rêbendanê, ew welatiyê Kurd, piştî yek meh lêpirsîn di girtîgeha îdareya Îtil`ata bajarê Urmiyê de bo girtîgeha wî bajarî hate veguhsatin.

Meha Rezber a sala 1393`an, “Şehram Kazimîyan”, li kombûna nerizayetiyan bo piştevanîkirin li Kobanê di bajarê Urmiyê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin