Hewla teqînekî li mizgefteke Mehabadê hat dayîn

19:04 - 25 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Bi sedema birêveçûna nimêja jinan a roja înê li mizgefta gundekî derdora Mehabada rojhilatê Kurdistanê, hindek kesên tundrew ên wî bajarî, hewla teqîna mizgeftê dan.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 12 kes ji şêniyên bajarê Mehabadê bi sedema nimêjkirina jinan a roja înê, mizgefta gundê “Qizlû biçûk” ê ser bi bajarê Mehabada rojhilatê kurdistanê, xwestin mizgeftê biteqînin lê serkevtî nebûn.

Ew 12 kesane li derdora gundê navborî hatin binçan kirin.

Peyamnêrê kurdpa li Mehabada rojhilatê Kurdistanê, nasnameya wan 12 kesane, Muhsên Deryanûşî, Mensûr Nadirî, Şehab Zerîn, Mecîd Xakdan, Riza Sultanî azer, Kamêl Necatî, Riza Mukrî, Nadir Resûlî, Mensûr Husênzade, Sidîq Kakememê, Celîl Bedewî û Ehmed dehnad, da eşkere kirin.

Têgotin ew 12 kesane ji aliyê hêzên ser bi Sipaha Pasdaran a hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatine girin û bi dûre ew bi navendên ewlekarî ên parêzgeha Urmiyê ve veguheztin.