Hevwelatîyik : dezgehên bireweber em, hevwelatî binav nakin

21:53 - 1 Hezîran 2013
Ajansa kurdpa : yeki ji taxên hejar rûniştiyên şarê Ormî , bi hegera hejariyê ji aliyê berpirsên dewletiyên vî şarî hatine pişt guh hawêtin û ji gişt pêwîstiyên jiyanê bê parin.

Gorekî raporta nûçe gihaniya kurdpa , taxa Wekîl Abad a şarê Ormiyê ku hejartirîn taxa vî şarî tê hisêb, midê çend sale ji destê xemsariya berpirsan ser pirsgirêkên xwe dinalin.

Yekik ji rûniştiyên vê taxê bi malpera “Ormî” ragihandiye, li midê wan çend salên borî de me bi caran serdana dezgehên girêdayî bi hukûmeta islamiya Îran li şarê Ormî kiriye, lê çi hewlik bona çareser kirina pirsgirêkên me nehatiye dan.

Wî hevwelatiyî ragihand jî dezgehên dewletî , rûniştiyên vê taxa me, hevwelatî binav nakin, gelo ma ev taxa ji taxên şar nine? Bo ji kêmtirîn mafê hevwelatiyê gere bê par bin? Tawana rûniştiyên vê taxa me çiye?
Ji aliyek din û xêncî wê hindê ku pitira kolanên vê taxê asfalt (qîr taw) nekirine, kablê berqa ( voltaja bilind) fişar qewî li ser kolanên vê taxê re derbas bûne û ew jî tim metirsiya canê zarokan dike û ew ji rûniştiyên taxa Wekil Abad a Ormiyê re bûye pirsgirêk.

Ew jî ji rewşek deye ku dezgeha berq her midê carik bi rûniştiyên vê taxê radigînin ku bi hegera çê kirina cê kablên berqê gere 3 heya 4 rojan malên xwe berdin û dema pêşhata berq girtin kes tûş bû ûn bi xwe berpirsiyarin.

Wî hevwelatiyî ew jî got ku, bi hegera hindê ku pitira xelkê vê taxê hejarin û ber kêmasiya pêwîstiyan malên xwe berdane, jimarik berçav ji tûşbûyên narkozan(moitad) ketine nawa taxê û ew ber çavên zarokên vê taxê wan narkozan( mewaddê Moxaddêr) bi kar tînin.

\"13043.jpg\"

\"13038.jpg\"

\"13039.jpg\"

\"13040.jpg\"

\"13041.jpg\"

\"13042.jpg\"