Hevwelatiyekî Merîwanî li “Xurem Abad”ê hate destbiserkirin

21:30 - 14 Hezîran 2016
Ajansa Kurdpa: Beşa “Parastin” (hifazet)ê, ya hêza “Xurem abad”ê, yek ji serbazên Kurd ên padigana (binkeya leşkerî) ya vî bajarê destbiser kir.

Li gora nûçeya gihîştî bi Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, di destpêka vê hefteyê de, kesekî xelkê gundê “Nê” ya ser bi bajarê Merîwanê, li binkeya leşkerî ya 2Xurem abad”ê li parêzgeha Lordistanê de, hate destbiserkirin, û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Nasnameya vî hevwelatiyê Kurd Ferzad Nîk Pey kurê Îbrahîm hatiye ragehandin. Navbirî di binkeya leşkerî ya Îmam Elî a Spaha Pasdaran de serbaz bûye.

Li ser sedema girtina wî, û tohmetbarkirina wî ciwanê 21 salî, nûçeyeke tewaw di ber dest de nîne, lê di 19’ê meha derbazbûyî de, du kurmamên Ferzad bi navên Fraoq û Hîwa di zanîngeha Peyam Nûr ya bajarê Merîwanê de hatibûn destbiserkirin.