Hevwelatiyekî Kurd li Selmasê, ji tirsê hêzên hikûmetî bêserûşûn bûye

14:54 - 23 Kanûna pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Hevwelatiyekî Selmasî nêzî çar mehan dibe, ku ji tirsê destbiserkirina ji aliyê hêzên hikûmetî ve bêserûşûn bûye.

Li ser bingeha rapora ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, hevwelatiyekî Selmasî bi navê Mêhdî Ebdûyî, kurê Zinar nêzî çar mehan dibe, ku ji tirsê destbiserkirina ji aliyê hêzên hikûmetî ve bêserûşûn bûye.

Navbirî roja 10`ê Xermananê digel hevwelatiyekî din ê Selmasî bi navê Girman Pîrî kurê Mûsa dibe armanca teqeya hêzên hikûmetî, û bi giranî birîndar dibe.

Heya dema amadekirina vê nûçeyê, ji sedema gullereşandina hêzên hikûmetî ber bi aliyê van du hevwelatiyan ve, û tohmetên li ser wan, zanyariyeke wisa di ber dest de nine.

Di van salên dawiyê de, hêzên nizamî-întizamî ên Hikûmeta Îslamî a Îranê li ser riyên girêdayî Kurdistana Îranê, wesayitên xelkê bi hêceta hilgirtina kelûpelên qaçax didin ber gulleyan, ku hin caran ew yek dibe sedema mirina hevwelatiyên Kurd, ku di vê navberê de tu navendeke hiqûqî û fermî bersivderê kiryarên neyasayî ên hêzên hikûmetî nînin.