Hevwelatiyekî Kurd li Kamyaranê de dawî bi jiyana xwe anî

16:24 - 20 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Rewşa xirap ya aborî û encamên vê rewşê, berdewam dibe sedema destbirina bo xwekujiyê ji aliyê ciwanên welat ve, û vê carê jî hevwelatiyekî Kamyaranî dawî bi jiyana xwe anî.

KMMK’ê ragehand ku hevwelatiyê bi navê Ferdîn Qurbanî di mala xwe de, xwe li dar vekir, û bi vî rengî dawî bi jiyana xwe anî, û tê gotin sedem jî ew bûye ku navbirî li jêr zext û givaşa zêde ya derûnî de bûye.

Hêjayî basê ye ku navbirî heyameke kurt bû ku ji kempên îtiyadê vegeriyabû mala xwe, lê bi sedema rewşa xirap ya aborî dawî bi jiyana xwe anî.

Di Rojhilata Kurdistanê de, bi sedema rewşa nebaş ya aborî, nebûna tu hêviyekê bi pêşerojê, kêşeyên civakî, û kêşe û nakokiyên di mal de, îtiyad û bêkariyê gellek caran ciwanên welat hawar xwe dibin ber xwekuştinê, ku tawanbarê sereke di warê pêkhatina vê rewşê, rejîma Komara Îslamiya Îranê û siyasetên wê yên dijîgelî ne.