Hevwelatiyekî Kurd ji ber teqîna mînê birîndar bû

19:52 - 1 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Hevwelatiyekî Kurd yê xelkê bajarê “Serwabad” ê ji ber teqîna mînê bi dijwarî birîndar bû, û pê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya ” Kurdpa”yê, roja Înê 9`ê Xermananê hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Mehdî Xogir” xelkê gundê “Dil” a girêdayî bajarê “Serwabad”ê ji ber teqîna mînê bi dijwarî birîndar bû, û pê xwe ji dest da.

Ev hevwelatiyê Kurd piştî qewimîna vê bûyerê, demildest ji bo çaresriyên pîzişkî ji bo navenda tendirûstî a bajarê Merîwanê veguhastine û niha li jêr çavdêriya pizîşkî de ye.

Li gorî zanyariyên ber dest, 60 hiktar milyon ji axa Îranê mîn rêjkiriye, û zêdeyî 20 milyon mîn li sernaserê Îranê de hene, ku di vê navberê de parêzgehên wekî “Îlam”, “Kirmaşan”, “Kurdistan” û “Azerbaycana Rojava” bi sedema ewlehîbûn û herwisa sînor bûna derdorên wan bajaran, zêditirîn mînên çandî ji xwe girtine.