Hevwelatiyekî Kurd bo girtîgehê veguhastin

21:14 - 27 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Hevwelatiyekî Kurdê xelkê bajarê Bokanê bo derbazkirina heyama cezayê ev bo girtîgeha wî bajarî veguhastine.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 6`ê Sermawezê, Yûsif Mehmûdî, xelkê bajarê Bokanê, bo derbazkirina heyama cezayê hepsê ev bo girtîgeha wî bajarî veguhastine.

Ev hevwelatiyê Kurd, di 12`ê Pûşpera îsal de digel sê hevwelatiyên din yên bi navên “Ebdulah Şerîfî, Arif Resûlzade û Enwer Ereb”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatinbûne desteserkirin, û di îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê lêkolîn jê kiribûn.

Ev hevwelatiyê Kurd, piştî 10 rojan di bin lêkolînên hêzên îtila`ata bajarê Urmiyê de, bi danîna barmteya bi qasî 50 miliyon Tûmenî bi awayê demkî hatibû azadkirin, û herwisa di Rezbera îsla de ji aliyê dadgeha 2 a bajarê Bokanê, bi tawana “Teblîx li dijî nizamê”, du meh hepsa te`izîrî bo hatiye birîn.

Yûsif Mehmûdî bawerînameya maf ji zanîngeha “Êlmî û Karbordî” a bajarê Bokanê wergirtiye.

Her di vê pêwendiyê de jî ,Ebdulah Şerîfî jî ji aliyê dadgeha Bokanê, bi tawana “teblîx li dijî nizamê” sê meh hepsa te`izîrî ceza dabûn, û Enwer Ereb û Arf Resûlzade jî, her bi vê tawanê mehkûm kirine lê, heya niha cezayê van nehatiye diyarîkirine.