Hevwelatiyekî bajarê Makoyê bi 30 sal heps hate cezadan

13:09 - 26 Çirriya pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Hevwelatiyekî bajarê Makoyê ji aliyê dadgeha şoreş ya bajarê Xoyê ve bi 30 sal heps hate cezadan.

Taya yekem ya dadgeha şoreş ya bajarê Xoyê, hevwelatiyekî xelkê Makoyê yê bi bavê “Mêhrdad Ebdûlahzade” bi 30 sal heps ceza da.

Ew hevwelatiye li Cozerdana îsal ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate binçavkirin û niha jî di girtîgeha bajarê Urmiyê de ye.

Malpera “Hêrana” daye zanîn ku, ew hevwelatiyê bi heyama 3 mehan di bin lêkolînê de bûye û Xermanana îsal ji aliyê taya yekem ya dadgeha şoreş ya bajarê Xoyê bi tohmeta “çalakî li dijî ewlehiya welat ji aliyê sîxuran ve” bi 30 sal hepsa te`izîrî hate cezadan.