Hevserokên BDP û KCD serdana Qendîl`ê dikin

14:27 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa:Hevserokê Kongreya Civaka Dîmokratîk(KCD) Ehmed Turk û Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê(BDP`ê)  Gultan Kişanak ji bo hevdîtinê bi berpirsên KCK re pêk bînin çûne Qendîlê.

Li gor nûçeyek Ajansa Firat News\'ê Hevserokê Kongreya Civaka Dîmokratîk(KCD) Ehmed Turk û hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê(BDP)\'ê Gultan Kişanak, şeva borî derbasî  Başûrê Kurdistanê bûne û biryare hevdîtinan digel berpirsên KCK\'ê pêk bînin.

Hêjayî gotinê ye ku, herî dawî roja12 Hezîran ya borî hevserokê BDP\'ê Selahedîn Dmîrtaş û wekîlê koma BDPê Perwîn Bûldan hevdîtin digel berpirsên KCK pêk anîbûn.
xendan