Hevserokê Partiya Aştî û Dêmokrasiyê Selahedîn Demîrtaş 3’ê qonaxên proseya aştiyê eşkere dike

14:53 - 20 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Hevserokê Partiya Aştî û Dêmokrasiyê Demîrtaş li ser piroseya aştiyê a di navbera Dewlet û Îmraliyê de daxuyanî da.

Demîrtaş bilav kir, divê proseya vekêşana PKK li Turkiye zû dest pêbike û 3 qonaxên proseya aştiyê jî li wî welatî eşkere dike.

Selahedîn Demîrtaş hevserokê Partiya Aştî u Dîmokrasiyê di daxuyaniyekê de bo ajansa Reuters li Almanya ragihand, pirsa vekêşana gerilayên PKK ji xaka Turkiye di çarçova proseya aştiyê û zû dest pêbike.

Demîrtaş got, daxwaza Dewleta Turkiye bo bi çek danina û vekêşana PKK, rewşê aloz kiriye û pêşbînî kir ku, di heyama 2 hefteyên dahatî de proseya vekêşanê dest pê bike û heya payîza dahatî jî dê berdewam be.

Demîrtaş 3 qonaxên proseya aştiyê di navbera Turkiye û PKK jî eşkere kir, ku pêkhatine ji van xalên jêr:

-Vekêşana PKK ji Xaka Turkiye.

-Hewldan bo guhartina destura Turkiya.

-Dabîn kirina jêrxaneya pêwîst bo bidest xistina mafên Kurdan u asayî kirina rewşa siyasî, yasayî û azadî bo çalakiyên siyasî yên Kurdan.