Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk: Gerîla peywira xwe bicî anî êdî dora siyasetmedarane
16:23 - 9 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Ehmed Turk ragihand ku gerîlayên HPG`ê peywira xwe bi cî anî û êdî dor dora siyasetmedarên Kurd û Turk in, Dora gel e.
Turk li herêma navçeyên Erdîş, Beygîrî û Çardêranê yên Wanê civînên girseyî pêk anîn Turk weha berdewam kir: “Ger ku em li pêşeroja xwe bifirin wê demê divê em li pêvajoyê xwedî derkevin.”
Hevserokê KCD\'ê diyar kir ku Ebdullah Ocelan di Newroza Amedê de banga dîrokî kir û wiha got: \"Di vê pêvajoyê de birêz Ocalan û hêzên PKK\'ê bedelên giran dan. Gerîlla bi fedekariyek mezin peywira xwe zêdetir pêk anî. Niha dora siyasetmedarên Kurd û Tirk in.”
Turk got: “Gelê kurd li gel hemû zext û zordariyan liberxweda û li doz û mafê xwe xwedî derket. Divê gelê kurd bêtir xwe bi rêxistin bike û li doza xwe xwedî derkevin. Divê em êşên berê li pey xwe bihêlin û li gorî peyama Birêz Ocalan tev bigerin. Divê siyasetmedar bêtir li têkoşîna siyasî xwedî derkevin.”
Hêjayî gotinê ye ku, BDP û KCD\'ê di çarçoveya xebata \"Pêvajoya Çarseriyê\" û silogana \"Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad\" civinên gel li tax, gund û navçeyan berdewam dike.
Jêder: xendan