Hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel televizyona CNNTURK

13:26 - 27 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, pêşketinên dawî li Davosê ji televîzyona CNN Turk re nirxand. Naveroka wê hevpeyvînê weha ye.

CNNTURK: Birêz Serok, berî her tiştî ji bo vê hevpeyvînê û ji bo vê dema ku we ji bo me veqetand gelek spas dikîn. Li Tirkiyê pêvajoyek heye didome, gelo li Bakûrê Iraq (Herêma Kurdistanê) jî pêvajoyeke bi vî awayî destpêkiriye, anku destpêkirina pêvajoyeke Erbîl ê heye an na? 

Serokê Herêma Kurdistanê: Pêvajo destpêkir û bi rêyeke rast de dimeşe, me berê jî gotibû û niha dîsa jî dubare dikim, em ji bo çareseriyeke aştiyane, amadene alîkarî û piştgiriyê bidîn her du aliyan, niha bi rêyeke rast de dimeşe, û em hêvîdarîn ku di encamê de her du alî jî ji vê yekê sudmend bibin.

CNNTURK: Berî du rojan we hevdîtinek li gel birêz Ahmet Davudoglu Wezîrê Derveyê Tirkiyê li Davosê pêkanî, birastî daxwazên Tirkiye yên ji bo PKK gelek zelale, li bendê ne ku PKK Qendîlê bi cîh bihêle û çekên xwe deyne. Hun li vê hevdîtinê de weku Birêvebiriya Herêma Kurd(Hikûmeta Herêma Kurdistanê) ku pêvajoyê hêsantir bike, gihîştin tu peyman an jî rêkkeftinek?

Serokê Herêma Kurdistanê: Birastî eve destpêka pêvajoyê ye, diyalog destpêkir, peymaneke çawa çêdibe bila bibe, em amadene alîkarî û piştgiriyê bidîn her du aliyan, em ji bo pêvajoya aştiyê amadene yarmetiyê bidîn. 

CNNTURK: Ez dixwazim pirsyara xwe wiha bidomînim, hinek endamên PKK naxwazin devera Qendîlê bi cîh bihêlin û ji aliyeke din de weku beşek ji vê pêvajoyê hinek endamên PKK dikarin xwe bispêrin Kurdistana Iraqê, gelo hun di vî warî de dikarin çi bikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Weku Birêvebiriya Herêma Kurd(Hikûmeta Herêma Kurdistanê) heta niha babeteke bi vî awayî nehatiye rojevê û nehatiye axaftin, lê belê wekî ku min got em bi hêvî ne ev pêvajo berdewam bike û bi rêyeke aştiyane bigihe encameke serkeftî. Her wiha kî ji vê pêvajoya aştiyê derkeve dê baweriya xwe wenda bike û ziyanê bibîne.

CNNTURK: Niha ez dixwazim di derbarê pêwendiyên we yên li gel Bexdayê de pirsiyarek bikim. Eger mecal hebe, di van demên dawî deem dizanin Bexda ji bo wan pêwendiyên nêzîk yên Tirkiye û Bakûrê Iraqê (Herêma Kurdistanê) neraziye, bi taybetî jî di warê uzeyê de (enerji) em dizanin ku hevkariya we berdewam dike, lê em dixwazin bizanin gelo di vî derbarî de dê peyama we ji bo Bexdayê çibe? 

Serokê Herêma Kurdistanê: Li Iraqê me destur heye, ev destur kar û peywirên desthilatê diyar dike, peywirên rêvebirinê diyar dike û mafên me jî bi rêya destura Iraqê tê mîsoger kirin. Pêwendiyên Herêma Kurdistan û Bexdayê jî destura Iraqê diyar dike. Li ser vê yekê jî heta niha me ji derveyê desturê tiştek nekiriye û em li çarçoweya desturê de karên xwe dikin, pêwendiyên me yên li gel Tirkiye hem li warê uzeyê de û hem jî li warên din de jî li gor çarçeweya vê desturê de ye. Ez jî ji vê yekê bawerim ku eve ne mentiqiye ku nerazîbûna Bexdayê ji bo vê be.

CNNTURK: Gelo hun li nav vê tariyê de ronahiyek dibînin, di derbarê pêwendiyên di navbera Bexda û Erbilê de, ji ber ku roj bi roj axaftin tundtir dibin û nerazîbûn jî demeke dirêje berdewame. Gelo dê ev pirsgirêk çawa çareser bibe?

Serokê Herêma Kurdistanê: Niha hemû welat li hemberî vê qeyranê rû bi rû bûye, şahidê vê qeyranê ye. Bexda li vî welatî de, ne tenê ya grubeke, Bexda ya me hemûyane. Eger îradeyek hebê li gor desturê çareser bike, wê demê dê ev pirs çareser bibe. Li Herêmê de, ne tenê em li gel Bexdayê rastî pirsgirêkan dibîn, li welat de hemû kes rastî heman pirsgirêkan dibin, lê belê divê li gor çarçêweya desturê de çareseriyek peyda bikîn.

CNNTURK: Gelo li gor nêrîna we hê jî rêyeke hevdîtinê li gel Serok Wezîr Nurî Malikî heye, li van guftûgoyan de wekî aliyek tê dîtin an na?

Serokê Herêma Kurdistanê: Divê dergeh herdem vekirî be û dergehê diyalogê divê neyê girtin.

CNNTURK: Dibe ku niha gelek zû be, lê dîsa jî dixwazim bibêjim, gelo hun dikarin behsa hevdîtina xwe ya li gel Ahmet Davutoglu Wezîrê Derveyê Tirkiyê bikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Me behsa gelek babetan kir, pêwendiyên du qolî hate nirxandin, pêşhatên li rojhilata navîn, rewşa Suriye, pêwendiyên aborî ev babet hemû hatin nirxandin. Wekî ku hun jî dizanin pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de roj bi roj pêş dikeve û nêrîna her du aliyan jî gelek nêzîkî heve, em jî ji encama van pêwendiyan xweşhalin.
Jêder:dengeazad