Hevkariyên Xelkê Urmiyê Gihîşte Liqewmiyên Wanê

12:32 - 22 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Li rojên derbazbûyî de yekemîn karwana alîkariyên xelkê bajarê Urmiuê bo lêqewmiyên erdheja Wanê, gihîşte vî bajarî.


Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Urmiyê, ev alîkariyên xelkê Urmiyê ji petû, mukêt, Sobe û xarin pêk hatibû ku bi destpêşxeriya Enîstîtûya Ehmedê Xanî li Urmiyê hatin komkirin.

Nûçegihanê Kurdpa herwiha ragihand ku hevkariyên han li jêr navê “Urmiye Wanê Ji Bîr Nake” hatin kom kirin û li bajarê Wanê teslîmê berpirsên Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) hatin kirin.

Li nûçeyekê de ku hefiya derbazbûyî bealv bû, hatibû ku îdareya gumrika û bazirganiya Urmiyê û berpirsên hikûmetî ên vî bajarî ragihandibûn ku bi sedema hebûna bac li ser şimekên ku bi neyasayî tên şandin, ew nikarin wan alîkariyan bigîjînin lêqewmiyên bajarê Wanê.