Hevjîna mele Mihemed Rebîî: Em nikarin dosyeya terora mamoste Rebîî li saziya Dadê bişopînin

02:35 - 4 Kanûna pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Bîst û du sal di ser terora mele Mihemed Rebîî re derbas dibin lê heya niha malbata wî nekariye ti encamekê bi şopandina dosyeya terorê bi dest bixîne û ew heya niha jî li benda bicîkirina yasayê ne.

Mele Mihemed Rebîî pêşnimêjê Sunnî ê mizgefta Îmam Şafiî a Kirmaşanê beriya bîst û du salan hate terorkirin. Bi vê helkeftê, ajansa Kurdpa hevpeyvîneke kurt bi Ayşe Mefaxirî hevjîna wî re encam da.

Ayşe Mefaxirî di derbarê dosyeyê de ji nûçegihanê Kurdpa li Sine re got ku „Min di serdema serkomariya Mihemed Xatemî de çendîn caran ji bo şopandina dosyeyê, serî li navendên dewletê ên pêwendîdar da û min serî li Meclîsa Îslamî a Îranê jî da lê ti pêşketinek di dosyeyê de nehat dîtin. Pişt re jî meslehet bû ku êdî dev ji şopandina dosyeyê berdim ji ber ku ez piştrast bûm di vê derbarê de ti karek nayê encamdan.“

Got jî ku „Em ji ber rewşa civakê nikarin dosyeya terora mele Mihemed Rebîî bişopînin. Di rastî de tiştek bi navê saziya Dadê tine ye û ew sazî, nikare rastiya dosyeyê derxîne. Ev jî di demekê de ye ku mele Mihemed gelek mezlûmane hate terorkirin. Ev rastiyek e û saziya navbirî jî nikare vê rastiyê bişopîne.“

Hevjîna mele Mihemed Rebîî di derbarê givaşa navendên Îstixbaratê de jî got ku „Li Kirmaşanê ji aliyê Wezareta Îtilaat û navendên din ve rastî givaşê dihatim û bi vê sedemê jî, min mala xwe ji Kirmaşanê bire bajarê Sine.“

Ayşe Mefaxirî di berdewamiya hevpeyvîna xwe de bi Kurdpa re di derbarê nasnameya encamderên terora mamoste Rebîî de ragihand ku „Ez naxwazim navê kes yan kesên ku destên wan di terora wî de hebûn, vebêjim. Ew kes, berjewendîxwaz in û ji bo berjewendiya takekesî, dest bi terora rewşenbîr û zanayên civakê dikin û bi vî rengî rê li ber pêşketina civakê digirin.“

Xanima Mefaxirî di dawiya hevpeyvînê de berê xwe da civaka sivîl a Kurdistanê û got ku „Saziya Dad, mafê me ji bo şopandina dosyeya terora mele Mihemed Rebîî binpê kiriye û ji çalakvanên sivîl ên Kurdistanê dixwazim ji bo şopandina dosyeyê piştevaniya me bikin.”

Mele Mihemed Rebîî sala 1311’an Rojî li gundê Deresb ê navçeya Dîwanderê ji dayîk bû û sala 1345’an di hevrikiya navnetewî a xwandina Quranê de li Pakistanê, piştî Mihemed Ebdulbasit, karî pileya duyem a hevrikiyê bi dest bixîne. Herwisa ew helbestvan jî bû û helbestên wî bi sê zimanên Kurdî, Farsî û Erebî bûn ku ew helbest hatine çapkirin û 50 pirtûkên din jî nivîsandibûn.“

Mele Mihemed Rebîî payîza sala 1357’an a Rojî weke pêşninêjê mizgefta Îmam Şafiî a Kirmaşanê hate hilbijartin û roja 11’ê Sermaweza sala 1375’an di çarçoveya kuştina zincîreyî a rexnegirên Komara Îslamî a Îranê de hate terorkirin.