Hevjîna Kebûdwend: hewlên me bo dîtina Kebûdwend bê encam man

16:25 - 17 Şibat 2012
Kurdpa: piştî derbazbûna du heftiyan bi ser girevgirtina Kebûdwend, zindaniyê siyasî yê Kurd û berpirsê saziya mafê mirovan ya Kurdistanê, hewlên malbata wî bo encamdana hevdîtin ligel wî bê encam man.


Perînaz Hesenî, hevjîna Kebûdwend di vê derbarê de ji Kurdpa re got: “Kebûdwend serbarê ewê ku bi xwe pir nexweş e lê bi sedema ewê ku berpirsên zîndanê rê nedan wî ku kurê xwe ku heyamê du heftiyan e bi xurtî nexweş e û li nexweşxanê hatiye razandin, bibîne, dest da gireva birçîbûnê bo diyarîkirina nerazîbûna xwe di vê derbarê de.”
Perînaz herwiha raginad ku du heftiye bi berdewamî hewil dide daku bikare îzna dîtina Kebûdwend bi dest bixe bo ewê ku ew û zarokê wî Pêjmanbikarin hevdubibînin, ku bador dê li ser her duyan hebe, lê hêj îzn nedane min.