Hêviya yekgirtina Kurd bi nêzbûna Komara Kurdistanê re xurttir dibe

19:06 - 17 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Mihemmed Nezerî zindaniyê siyasî ê Kurd li bajarê Sayîn Keleh (Şahîndêj) ê rojhilatê Kurdistanê, di nameyekî de bi boneya 69’emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê, ji partiyên Kurdî xwest yeketiyeke havpar pêk bînin.

Mihemmed Nezerî ku heyamê 21 salin li girtîgehên hikûmeta Îslamiya Îranê de dimîne, bi nêzbûna salvegera damezrandina Cimhoriyet (komar) a Kurdistanê, ji partiyên Kurdî xwest ku eniyekê yekgirtî pêkbînin û amaje bi vê yekê jî kir: Me Kurdistanek heye û divê bi yekgirtinê re em bo rizgarkirina wê têbikoşin.

\"24221.jpg\"
Mihemmed Nezerî ku 21 sal in li zindanên hikûmeta Îslamiya Îranê de temen qut dike
Nezerî di vê nameya ku rûnivîseke vê gihîştiye ajansa nûçegihaniya Kurdpa de ragihandiye: Niha dema yekgirtinê ye û divê herkesekî Kurd nemaze partiyên Kurdî xwe mezinkirin û pozbilindiyê biterikînin û seba malbatên şehîdan û kesên ku bi dehan sal in di bin zextên hikûmeta Îslamiya Îranê de setem û zordariyê dikişînin, navê Kurd û Kurdistanê bilind bikin.

di pişkek din di nameya xwe de amaje bi vê yekê kiriye: Erka rêberên partiyên Kurdî eva ye ku dev ji gotinên (Ez..Ez) berdin û xwe pozbilind nedin nîşan dan. Ew divê bo bidest xistina Kurdistana mezin bi hemû aliyên Kurdî re bihev bikin.

Komara Kurdistan bi rêberiay Pêşewa Qazî Mihemmed- Yekem kesê Partiya Demokrat- li bervar 13’ê Çileya Paşîna(Januray) a 1946’an (2’ê Rêbendana 1324’an a Rojî), li meydana Çarçira a bajarê Mehabada rojhilatê Kurdistanê hat ava kirin û 11 meh piştre, bi sedema komek fakterên hundirîn û derekî, dawî bi temenî wê komarê hat û Qazî Mihemmed ligel rêhevalên wî bervar 30 ‘ê Şibata (February) a 1948’an (10 ê Xakelêwe ya 1326’an a Rojî), li Çarciraya Mehabad (ji aliyê desthilata paşayetiya Îranê ve) hatin darvekirin.