Hevdem tev manora sipaha pasdaran li Şaho, welatiyik canê xwe ji dest da

20:30 - 31 Gulan 2014
Ajansa Kurdpa: teqînik li bintara çiyayêŞaho, nêzîşarê Pawê, can ji dest dana welatiyik 33 saliyê Kurd bi dû xwe anî.

Gorekî raporta ajnasa nûçe gihaniya Kurdpa, sibêzûya roja borî, 9ê Cozerdan(30 May 2014), welatiyik Kurd, bi navê, Pêyman Pûr Hêydarî, kurê Wehab, li sedem tqînik de, canê xwe ji dest da.

Ev welatiyê Kurd, ji xelkê gundê Delemerz, ser bi şarê Sewlava bûye, ku li serêwara roja borî de, tev 5 kes ji hevalên xwe ji şarê Pawê, ku bo geryan ûçiyagerî rû bi bilindiyên çiyayêŞaho kiribûn, li dema şevê de tûşî vê pêşhatê bibûn.

\"20229.jpg\"
Pêyman Pûr Hêydarî, xwedî jin û babê 2 zarokan bû
Li vê barê de, raportêrê Kurdpa li şarê Pawê, xêncî pişrast kirina mirina Pêyman Pûr Hêydarî, ragihand; sibêzûya roja borî de, hêzên sipaha pasdaran li şarê Pawê, manorik li bintararên çiyayêşaho de bi rêbirin.

Tê gotin; ew çend welatiyê Kurd, saet 7êêwarêû dema ku bi amanca ça çêkirinê li rewşa agir hilkirinê de bûne, teqîn li nawa kuçikê agir de qewimiye.

Her wisa bas ji hindê tê kirin, cê vê teqînê, ku mirina welatiyik pêketiye, li cê manora hêzên çekdar zor nêzîk bûyeû ya tê gotin ewe ku ew tişta teqandinê, ji aliyêçekdarên sipaha pasdaran de li bin kuçikê agir de hatibe danîn.

Bilindiyên çiyayêŞaho, li kûratiya 50 Km. ya sînorên îran û Herêma Kurdistanê deye.

Heya weşana vê nûçê, cur û forma teqînê li sêmile ya çiyayêşaho, bi ronîû durustî, bo nûçe gihaniya Kurdpa, eşkere nebûye.

Ev welatiyê Kurd ku li vê qewimiyê de birîndar dibe û bi hegera dujwarîû kûratiya binînan û dûr bûn ji senterên midîkal, canê xwe ji dest daye, xwedî jin û babê 2 zarokan bûye.
\"20231.jpg\"

\"20232.jpg\"

\"20230.jpg\"