Hevçax di gel sefera Kofî Enan bo Sûriyê 47 kes bûne qurbanî

12:44 - 13 Adar 2012
Kurdpa: hevçax tevî sefera Kofî Enan nûnerê taybetî ê NY ji bo karûbarên Sûriyê li herêma “ Kerem Ezeytûn” a bajarê Humsê de 47 kes bûne qurbanî, ku piranya wan jin û zarok bûn.

Şêwra Giştî ya Şoreşa Sûriyê li raporekê de bilav kir ku kuştara vê carê jî bi destên hêzên kincşexsî ên ser bi hikumetê hatiye encamp dan û gellek kes serê wan hatiye jêkirin.

Li bajarê Hlebê de jî di dema şevê de zidetir ji pênc ezar kesî li meşekê de beşdarî kiribûn.