Hêstikên 16 Kesan Li Bargeha Jîtem Li Amedê Hatin Peydakirin

12:56 - 19 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Çend rojan beriya niha kevnarnasan li devera Îç Qela li bajarê Amed, ku berê weke navenda dezgeha îtilaata leşkerî ya Tirkiye (Jîtem) bikar dihat, hêstikên 16 kesan peyda dikin.

Li gor malpera rudawê, Polîsê Tirkiyê jî ku ligel kevnarnasan dibin bi dîtina wan êstikan hinek ji wan dişkînin û eva jî dibe sedema çêbûna şere ziman li navbera wan ligel kevnarnasan.

Racî Bîlçî, serokê Taya Amaedê ya Mafê Mirovan (IHD), piştî peydabûna wan hêstikan ji rojnamevanan re raginand: \"Berê xizmên ew kesên ku ji aliyê Jîtemê ve hatinûn destbiserkirin, ku jimara wan 90 kes bûn, serdana me kiribûn û li pey ewladên xwe digeran, lewra me jî li dadgehê daxwaz kir ku ew cih were kulan û piştî kulana ew cih, hêstikên 16 kesan hat peydakirin, lewra daxwaz dikin ku ew cih hemû were kulan.