Heşt hevwelatî li navçeya Newsûdê hatin destbiserkirin

16:21 - 24 Nîsan 2017
Ajansa Kurdpa: Heşt hevwelatî bi hêceta avakirina avahiyan li nav zewiyên ser bi îdareya çavkaniyên xwezayî di navçeya Newsûdê a bajarê Pawe de hatin destbiserkirin.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa Kurdpayê, roja borî 3`ê Banemerê bi alîkariya yekîneya Hifazetê, û hêzên Întizamî heşt kes ji hevwelatiyan hatin destbiserkirin.

Berpirsê çavkaniyên xwezayî ên Pawe Yadgar Xalibî dibêje: Ew heşt kes bi bê belgeya yasayaî û ji riya neyasayî ve, çar hêktar ji wan zewiyan bo karê qaçaxçîtiyê bi kar anîne.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê nasnameya van heşt hevwelatiyên Kurd nehatiye zelalkirin.

Bajarê sînorî ê Newsûdê, li 35 km ya bajarê Pawe de ye, û dikeve bakura rojavaya bajarê Pawe.