Heşt derhînerên fîlma “Jiyan li sere sînor” negihîştin festîvala Berlînê

19:57 - 8 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Heşt derhînerên fîlma “jiyan li ser sînor” nikarin ku beşdariyê di fetsîvala Berlînê de bikin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, fîlma demomentarî ya “Jiyan li ser sînor” ji derhînan heşt zarokan li bajarên Şingal û Kobanê û ji berhemanîna Behmen Qubadî roja 18’ê Şibatê li beşa “Şanoya taybetî ya mafûrê Sûçor” li 66.mîn gera festival navdewletî ya fîlma Berlînê li Almanyayê diçe ser perdeya sînemayan û konferanseke rojnamevanî a navdewletî derheq vê fîlmê ji aliyê festival Berlînê vet ê organîzekirin.

Bi vê boneyê ve ew zarok hatine gazîkirin da ku amade bin di dema nîşandana fîlma wan de, lê bi sedema nebûna pasportê nekarî herin festival.

Jiber ku ew film wêneyên jiyan û rewşa zarokan nîşan dide, lewra ji aliyê NY ve di festîvalên navdewletî de û di nawendên hunerî û kom û kombûnên diplomatic ên cîhanê de tê piştevanîkirin.

ew berhema sînemayî ji heşt beşan pêk hatiye, û heşt zarokên awarebûyî ên şerê Kobanê û Şingalê tê de rol dilîzin, û bas ji çîroka çekdarên DAÎŞ û çawaniya akincîbûna wan di kempan de dikin.

Hezkirina Şingalê, geriyan li pey heqîqetê, nan û mast, fîlma me ya baş e, çavên bavê min, Esman û Derman, di pêvajoya nîştiman de, û geriyana li çiyastanan, navê wê heft beşên fîlma “jiyan li ser sînor” e.

Tê gotin ku Behmen Qubadî du mehan perwerde daye van heşt zarokan.