Hesen Emînî: li dadgeha taybetî ya ruhaniyetê de gefa lêdana qamçiyan li min kirin

16:17 - 11 Adar 2012
Kurdpa: mamosta hesen Emînî berpirsyarê Şoraya Mekteba Qoranê li pêwendî tevî bergirîkirina ji axavtinên ji dezgeha dadweriyê ya bajarê hemedanê ragehandiye, belgeyên hewce bo selimandina wan axavtinan heye û mînaka here berçav gotina nûnerên Kurd ên meclîsê ne ku bi çendîn caran gotine hikumeta Îranê rêgiriyê li avakirina mizgevtên suniyan dike.

Hesen emînî berpirsê şêvra mekteba quran li kurdistanê li lêdwanekê de bo ajansa nûçegihaniya Kurdpa zanyariyên zêdetir derheq hokarê bangkirina bo dadgeha ruhaniyetê xiste rû.