Hêro Îbrahîm Ehmed ligel Wezîrê Derve yê Îranê civiya
14:49 - 6 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Endama Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û First Lady a İraqê Hêro Îbrahîm Ehmed li Tehrana paytexta Îranê ligel Wezîrê Derve yê Îranê Elî Ekber Salihî civiya.
Li gor Ajansa Nûçeyan a İrna-yê ku ajansa fermî ya Komara Îslamî ya Îranê ye, First Lady a İraqê Hêro Îbrahîm Ehmed ligel Wezîrê Derve yê Îranê Elî Ekber Salihî civiya. Di civînê de peywendiyên navbera her du aliyan û rewşa siyasî ya İraqê hatin gotûbêjkirin.
Di berdewamiya civînên xwe de şanda YNK-ê ya bi Serokatiya Hêro Îbrahîm Ehmed û şanda pê re îro ligel Serokê Encûmena Bilind a Ewlekariya Îranê Seîd Celîlî jî civiya.
Di civînê de ku Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax amade bûn, hat ragehandin ku peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê, û rewşa siyasî ya İraqê hat gotûbêj kirin.
Berdevkê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Azad Cundiyanî vê sibê ragehandibû ku şandeke YNK-ê bi serokatiya Hêro Îbrahîm Ehmed dê serdana Tehranê bike û ligel berpirsên paye bilind ên Îranê bicive.(bas-news)